GenelNûçeRojhilatanavinYemen

Hêzên Hevpeymaniya Siûdî deverên bakurê Yemenê bi roket û topan kirin hedef.

Hêzên Hevpeymaniya Siûdî deverên bakurê Yemenê bi roket û topan kirin hedef.

Li gorî El-Masira, hêzên hevpeymana Siûdî roja Înê bi roket û topan deverên bajarokê Razeh yê bakurê Yemenê topbaran kirin û hejmarek sivîlên Yemenî birîndar kirin.

Welatiyekî Yemenî jî li devera Şeda ya bakurê Yemenê ji hêla hêzên parastina sînorê Siûdî ve hate kuştin.

Erebistana Siûdî, bi piştgiriya Mîrnişînên Erebî yên Yekbûyî (Îmarat) û çend welatên din, ji Adara 2015an vir ve  ji hêla bejahî, deryayî û hewayî Yemen dorpêç kirine û dest bi êrişa leşkerî yên berfire ji erd, esman û behrê ser vî welatî dikin.

Di encama derxistina şer û pevçûnê ji aliye Erebistana Siûdî û hevalbendên wê ve li dijî Yemenê heya niha zêde  ji 17 hezar Yemenî hatine kuşt, bi dehan hezaran kes birîndar bûne û bi mîlyonan Yemenî jî koçber bûne.

Başa dön tuşu