IraqMafên MirovanNûçeRojhilatanavin

DAIŞê li Mûsilê êrişî dibistanê kir: 3 zarok hatin kuştin

Hat ragihandin ku rêxistina terorîst a DAIŞê bi Navgînên Hewayî yê Bêmirov li rojhilatê bajarê Mûsilê êrişî dibistanekê kir û di encama êrişê de 3 zarok jiyana xwe ji dest dan.

Li gorî zanyariyên berdest, rêxistina terorîst a DAIŞê bi Navgînên Hewayî yê Bêmirov (NHB) êriş bire ser dibistaneke seretayî û di encama êrişê de 3 zarok ku yek ji wan 7 û yên din jî 10 salî bûn jiyana xwe ji dest dan.

Fermandarê Yekîneyên Tekoşîna Dijterorê yê artêşa Iraqê Muhammed Riza el Verdi di daxuyaniya xwe de ragihand ku rêxistina terorîst a DAIŞê NHByan êriş bire ser dibistana Yafa ku taxa Er Rifak a li rojhilatê bajarê Mûsilê dikeve.

Li gorî daxuyaniya el Verdi êriş di dema seetên dersdayînê de hat kirin û 3 zarok ku yek jê 7 salî û yên din jî 10 salî bûn jiyana xwe ji dest dan, piştî êrişê hêzên ewlehî gihîştine cihê bûyerê û dibistan tehliye kirine. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu