AsyaCîhanMafên MirovanNûçeRojhilatanavinSûriye

Hişyariya li bara zêdebûna xisarên li encama êrişên hewayî yên Tirkiyê ser Baba Sûriyê

Koma Çavdêra Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand: Li du hefteyên derbasbûyî da, herîkêm 110 kesên sivîl li encama êrişên hewayî yên Tirkiyê ser bajarê Babê yê Sûriyê hatine kuştin.

  Li gorî rapora  Press TV`yê, Koma Çavdêra Mafên Mirovan a Sûriyê roja duşemiyê ragihand: 11 kes ji endamên malbatekê li encama bombebarana  balefirên cengê yên Tirkiyê canê xwe ji dest dane. Vê koma navneteweyî tekez kir ku ji ber êrişên eskerî yên Tirkiyê  ser Babê, hejmareke zêde ji xelkê vê navçê terka malên xwe kirine.

Tirkiye dawiya Havîna sala 2016`an ferman da ku operasyona eskerî ya ser navê Mertala Firatê li bakurê Sûriyê û bi armanca  qaşo paqijkirina  DAIŞ`ê ji sînorê Tirkiyê destpê bibe.

Sûriye li 6 salên buhurî bi mudaxilên  hin welatên  navçê û dervey navçê ji wan  Tirkiyê, tûşî qeyran û hizûra grûpên terorîstî ji wan DAIŞ`ê li vî welatî bûye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu