FilistînNûçeRojhilatanavin

Îdiayên pûç ên Pêns û Nêtanyahû li parlemana Îsraîlê

Alîkarê serokkomarê Emerîkayê li sefera Filistîna dagirbûyî li Kênêst, parlemana Rejîma Siyonîstî axift û hin îdia li dijî Îranê xistin rojevê.

Li gorî rapora El-Alemê, Mayk Pêns, alîkarê serokkomarê Emerîkayê ku ji bo hevdîtina tev rayedarên  Siyonîstî sefera Filsitîna dagirbûyî kiriye, Îro duşemiyê bi amadebûna li parlemana Rejîma siyonîstî axift.   Di dema axiftina alîkarê serokkomarê Emerîkayê de  nûnerên ereb bi bilindkirina  wêneya  mizgevta Eqsayê tev nûnerên  siyonîst li Kênsêtê ketin pevçûnê û pişt re  ji civînê derketin.

Pêns li parlemana  Îsraîlê got: Emerîka dê bi Îsraîlê re hevkariyê bike ku pêşiya Îranê raweste. Wî îdia kir ku  Îran li halê berfirehkirina  bernama mûşekî ye.

Mayk Pêns, alîkarê serokkomarê Emerîkayê hevhatina navokî weke karesatekê bi nav kir û got: Emerîka dê êdî vê hevhatinê piştrast neke û her hevhatin neyê sererastkirin dê Emerîka jê derkeve.

Mayk Pêns, alîkarê serokkomarê Emerîkayê her wiha bal kişand ser vê yekê ku  Waşengton li kêleka  Telavîvê ye û ser helêwsta  Emerîkayê li ragahndina  Qudsê wek paytexta Rejîma  Îsraîlê teqez kir û li bara  avakirina avahiya  balyozxana  Emerîkayê li vî bajarî heya dawiya 2019an agahî da.

Binyamîn Nêtanyahû serokwezîrê Rejîma Siyonîstî jî li parlemana  vê rejîmê bi dubarekirina  îdiayên  pûç li dijî Îranê îdia kir: Îsraîl dê hemî hewldana xwe ji bo rawestandina  bernama xwe ya navokî kiriye. Wî her wiha cardinê biryara Emerîkayê derheq raghandina  Qudsê wek paytexta Rejîma  Siyonîstî spasî kir û wê  şibê daxûyaniya  Balfor da zanîn. Nêtanyahû got: Hevkariya ewlehiyê tev Emerîkayê li warên curbicur tu carî ewqas bi hêz nebûye.

Başa dön tuşu