ÎranNûçeRojhilatanavin

Îran, garantîya ewlehî û istiqrara navçê ye

Wezîrê dadwerîyê yê Îranê got: Komara Islamî ya Îranê, navenda têkoşîna li hemberî têrorîsmê û garantîya ewlehî û istiqrara navçê.

Mistefa Pûrmihemedî wezîrê dadwerîya Îranê îro li hevdîtina ligel Aqvan Hospîyan serokê komîta lêkolîn û çavdêrîya giştî ya Ermenistanê li bajarê Têhranê got: Li halekî ku hin welatên navçê niha tûşî qeyran û bêewlehîtîyê bûne, Îran ji welatên ewleh ên navçê bûye û sîyaseta istiratêjîk a pêkanîna aramî û aştîyê li navçê dişopîne.

Pûrmihemedî herwiha got: Komara Islamî ya Îranê li dijî şer û têrorê ye û li hemberî têrorîstan disekine û bi hedarîyê nîşan daye ku kîjan welat pişta têrorîstan digirin û kîjan welat jî li hemberî têrorîsmê disekinin.

Pûrmihemedî herwiha bal kişand ser peywendîyên baş ên Îran û Ermenistanê û got: Têhran bi dû berfirekirina peywendîyên her du waran li warê aborîyê û hevkarîyên ticarî ye.

Wezîrê dadwerîya Îranê herwiha got: Ermenistan û Komara Islamî ya Îranê di warê dadwerîyê da wek mînak di warê girtina pêşîya bikaranîna derhatên neqanûnî û qaçaxê hevkarîyeke baş hene.

Aqvan Hospîyan serokê komîteya lêkolîn û çavdêrîya giştî ya Ermenistanê jî got: Vî welatî û Îranê rêketinameyek dualî di warê hevkarîyên dadwerîyê da wajo kirine ku divê cih were.

Hospîyan, mijara mafên mirovan jî yek ji warên din ên hevkarîya Îran û Ermenistanê zanî.

Serokê komîteya lêkolîn û çavdêrîya giştî ya Ermenistanê, duh ligel taximekê giheşte Têhranê. Ev serdana di çarçova cihanîna têgiheştinama hevkarîya her du welatan da pêk hatîye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu