FilistînÎranNûçeRojhilatanavin

Îran: Rejîma Siyonîstî maka pirsgirêkên Rojhilata Navîn e

Alîkarê nûnerê Komara Îslamî ya Îranê li Rêxistina Neteweyên Yekgirtî, Rejîma Siyonîstî maka Pirsgirêkên Rojhilata Navîn da zanîn ku siyasetên destdirêjkirî û zêdexwaziyê yên wê, rewş aloztir kiriye.

 Îshaq Alê Hebîn, roja pênşemiyê li civîna  Konseya Ewlehiyê ya NY li bara “  Filistîn  û Rojhilata Navîn“ got: Îranê piştgiriya xwe ji Filistînê cardinê radigihîne û bi hiskirina êş û elem û bê edaletiyên  ku çendîn dehekan li filistîniyan  hatiye krin piştgiriyê dide mafê serwerî û kivşkirina  çarenivîsê ya filistîniyan û avakirina  welatê Filistînê bi paytextiya Qudsa Şerîf.

Îshaq Alê Hebîn, pêşîna cinayetên Rejîma  Siyonîstî  li dijî gelê Filistînê bi bîr xist û destnîşan kir: Konseya Ewlehiyê bi caran  çêkirina bajarokçan ji aliyê vê rejîmê şermezar kiriye, lê Rejîma Îsarîlê tim li halê haşakirina  mafê filistîniayn û xurtkirina  dagirkeriya xwe ye.

Alîkarê nûnerê Komara Îslamî ya Îranê li Rêxistina Neteweyên Yekgirtî destnîşan kir: Çêkirina Bajarokan a ji aliyê Rejîma Siyonîstî ku her roj ber bi   pêş e, ne tenê derveyî konvansiyona  çaran a Cenevê ye, belkî cinayeta şêr e ku nîşan dide Îsarîlê hemî qayîde û qirarên  navneteweyî  yên li bara  çekên tevkujiyê binpê kiriye.

Îshaq Alê Hebîn destnîaşn kir: Mixabin Konseya Ewlehiyê li çareserkirina mijarên  giring  yên mîna dagirkirina dayim a Filistînê an bombebarana  Yemenê li sê salên  buhurî işkest xawriye, bombebarana  ku birçîtî, nexweşî û jinavbirina  xelkê Yemenê tev xwe aniye.

Alîkarê nûnerê Komara Îslamî ya Îranê li Rêxistina Neteweyên Yekgirtî her wiha bal kişand ser hewldana Emerîka û Rejîma Siyonîstî ji bo guhertina rasitiyan li navça Rojhialat Navîn û got: Mixabin ev du rejîm hewl didin ku tirsandina  ji Îranê berbilav bikin.(BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu