ÎranNûçeRojhilatanavin

Îran welatê herî ewleh li hemberî her cûre gefekê ye

Dewsgirê fermandarê giştî yê Sipahê Pasdarên Înqilaba Îslamî ya Îranê got: Îrana berxwedêr û welatê herî ewleh ê cîhanê li hemberî her cûre gef û boykotan e.

Li gorî rapora Sepah News`ê, Dewsgirê fermandarê giştî yê Sipahê Pasdarên Înqilaba Îslamî ya Îranê serdar sertîp pasdar Hisên Selamî îro anku şemiyê li kongreya 2300 şehîdên Xumêynîşehra Îsfehanê (li navenda Îranê) herviha got: Îran îro rojê bi hêz û iqtidar li hemberî hemî gefan rawestiyaye û ji bo sekinîna li hemberî dijmin di her astekê da amade ye.

Serdar sertîp pasdar Hisên Selamî got: Rewş ji bo mêtingeriyê li welatên îslamî tengtir û dijwartir bûye û ev welatana bûne qada cîhada misilmanan.

Serdar Selamî bi bîr xist: Li welatên îslamî ji wan li Yemenê ku li dijî rêjîma Alê Siûd şer dike heta Behrêynê ku misilmanên wî welatî jî hişiyar bûne, serhildanek pêk hatiye û ev welatana êdî ciyekî ewleh ji bo zorbêjan nînin.

Dewsgirê fermandarê giştî yê Sipahê Pasdarên Înqilaba Îslamî ya Îranê herviha got: Hêzên seferberiya gelanî li Iraqê kontrola alûgorên vî welatî girtine destê xwe û Hizbullaha Libnanê jî wekî şanaziya cîhana îslamê Rêjîma Siyonîst hejandiye (BANGÊ ÎSLÂMİ).

Başa dön tuşu