ÎranNûçeRojhilatanavin

Îranê bombebarana ser jin û zarokên yemenî şermezar kir

Berdevkê wezareta karên derve ya Îranê, cinayeta nû ya balafirên cengê yên hevlabendiya êrişker a siûdî ya êrişa ser jin û zarokên aware yên yemenî li bajarê Dureyhîmiyê li parêzgeha Hudeydê ya Yemenê şermezar kir.

Balafirên cengê yên hevalbendiya êrişker a Siûdî, berêvariya pêncşemiyê du trombîlên awareyên yemenî li navçeya El Kûyî ya li Dureyhîmiyê li başûrê parêzgeha Hudeydê li rojavaya Yemenê, kirine armanc ku di encamê de 31 jin û zarokên yemenê hatin kuştinê.

Behram Qasimî ji bilî nîşandayîna hevxemiya xwe bi paşdamaiyên goriyên vê cinayeta cengê, herwiha got: Hîn demek ji cinayeta siûdiyan a bombereşandina ser otûbûsa hilgira zarokên yemenî li bajarê Zehyanê li parêzgeha Seidê ku bû sedema mirina zêde ji 130 zarokên yemenî ve, derbas nebûye ku cîhan bû şahidê cinayeteka nû dijî xelkê mezlûm ê Yemenê.

Qasimî bal kişand ser dewama kuştina sivîlên yemenî bi destê hevalbendiya êrişker a siûdî û ji civatên navnetewî û mafên mirovan xwest: Tevî cinayetên mirovî û trajêdiya bi êş û dûhatên wê yên kawilker li ser aştî û ewlehiya navçe û cîhanê, bi her awayî pêşiya berdewamiya van cinayetana li Yemenê werine girtin.

Berdevkê wezareta karên derve ya Îranê li ser viya ku welatên ku ji hêla çekan ve pişta hêzên êrişkerên ser Yemenê digirin, şirîkê cinayeta kuştina jin û zarokên yemenî ne pêgîrî kir û got: Ewên ku ji hêla çekan ve pişta êrişkerên ser Yemenê digirin, divê bersiva siyasetên xwe û encamên kiryarên xwe bidin.

Başa dön tuşu