FilistînNûçeRojhilatanavin

Êrîşa çekdarên israîlî li ser malên filistîniyan

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Wefayê, çekdarên Rêjîma Siyonîst roja pêncşemiyê, 19`ê Gulana 2016`an, bi êrîşa ser malên filistîniyan li bajarên Tolkerem, El-Xelîl û Cinînê li Rexa Rojavaya Çemê Urdinê pênc filistînî girtin.

Çekdarên israîlî her viha xwendekareke filistînî li Bêytelmuqedesê girtin.

Çekdarên artêşa Rêjîma Siyonîst her viha duh anku çarşemiyê, 18`ê Gulana 2016`an, 9 filistînî ji wan çend kes ji berpirsên Tevgera Berxwedana Islamî ya Filsitînê (HAMAS) girtin.

Li vî halî, kalana têlêvîziyona Eqsayê ragihand ku rêxistina xwerêvebir a Filsitînê ya girêdayî bi Mehmûd Ebês girtina nûçegihanê kanala Eqsayê, Tariq Ebo Zêyd, heta 15 rojên din dirêj kir. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu