ÎranNûçeRojhilatanavin

Îranê hemî sozên xwe yên li ser binavahiyên Fordoyê cih anîne

Ajansa Navneteweyî ya EnerjiyaAtomê, ragihand, Îranê bernameya kifşbûyî ya ku li Lihevkirina Navokî ya sala 2015`an (Lihevkirina Navokî ) cih anîye.

Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomê, roja duşemiyê, li daxuyaniyekê piştrastkir ku bi sedan santrafiyûjên ku li binavahiya Fordoyê hatibûn bi cihkirin, derxistine û ragihand, Îranê heya niha hemê sozên xwe yên li hember Lihevkirina Navokî cih anîne.

Li gorî daxuyaniya Ajansê, operasyona veguhestin û zimhêrkirina santrafiyûjan û alavên din ên Fordoyê bo binavahiya Netenzê, li dema kifşbûyî ya li Lihvkirina Navokî, bi başî bi cih hatiye.

Ajansê li halekê ev nûçeya ragihandiye ku roja îniyê, Donald Trump, berendamê serketî yê hilbijartina serokkomariya Amerîkayê û yek ji neyarên tund ên Lihevkirina Navokî, wekî serokkomarê nû yê amerîkayê, sûnd dixwe. Trump gotiye Lihevkirina Navokî ya di navbera Îranê û koma 5+1`ê, hevhatinama herî nebaş bûye ku heya niha îmze bûye.

Lihevkirina Navokî li Tîrmeha 2015`an di navbera Komara Îslamiya Îranê û welatên koma 5+1`ê (pênc endamên hertimî yên Konseya Ewlehiyê, yanê Amerîka, Rûsya, Çîn, Fransa û Ingilistan) zêdeyî welatê Almanyayê, ji 16`ê meha Çileya sala 2016`an ve bi cih hat. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu