ÎranLubnanNûçeRojhilatanavin

Pêgiriya Seyd Hesen Nesrulah li ser hevgirtina bi Berxwedana Filistînê

Sekreterê giştî yê Hizbulaha Libnanê, li hevpeyvîna bi sekreterê giştî yê Tevgera Cihada Îslamî ya Filistînê, li ser hevgirtin û hevrêtiya bi Berxwedana Filistînê re pêgîrî kir.

Li girî rapora IRIB News`ê, Seyd Hesen Nesrulah, sekreterê giştî yê Hizbulaha Libnanê, roja çarşemiyê li peywendiyeka bi rêya têlêfonê bi Remezan Ebdulah, sekreterê giştî yê Tevgera Cihada Îslamî ya Filistînê, jiber şehadeta hejmarek şervanên vê tevgerê li êrişa Îsraîlê ser tûnêlekê li Zîvala Xezê sersaxî da wî.

Di eynî demê de Salih El Arurî, cîgirê serokê nivîsgeha siyasî ya Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê (HAMAS), li hevdîtina bi sekreterê giştî yê Hizbulaha Libnanê li Beyrûtê, dûhatên bombebarana ser tûnêleka Berxwedanê li ser sînorê Xezê û Filistîna Dagîrbûyî hilkolandin.

Rejîma Siyonîst, duşemiyê bi şev tûnêleka Berxwedana Îslamî ya Filistînê li ser sînorê Zîvala Xezê û Filistîna Dagîrbûyî da ber bombeyan ku di encama wê de 9 kes şehîd bûn û çend kes jî birîndar bûn. heft kes ji van şehîdan, şervanên çiqa leşkerî ya Tevgera Cîhada Îslamî ya Filistînê bûn (BANGÊ ÎSLÂMİ).

Başa dön tuşu