ÎranNûçeRojhilatanavin

Îranê xwe şirîkê xema dewlet û gelê Hindustanê da zanîn

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê bi dû candayîn û bêserûşûnbûna bi sedan kesî di encama rabûna lehiyê li Hindustanê, xwe şirîkê xema dewlet û gelê vî welatî da zanîn.

Li gorî rapora Dayra Ragihandinê ya Wezareta Karên Derve, Behram Qasimî berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê îro ji ber rabûna lehiyê li Hindustanê ku di encamê de bi sedan kesî canê xwe ji dest dan û bêserûşûn bûn, heyf û mixabinîya xwe nîşan da û xwe şirîkê xema dewlet û gelê vî welatî û malbatên gorîyên bê karesatê zanî.

Bi dû baranên guj li eyaleta Kerala li başûra Hindustanê lehî rabû ku di encamê de 320 kesî canê xwe ji dest dan û 220 hezar kes jî bê mal û war bûn.

Başa dön tuşu