Iraq: Gotinên Trump li bara Golanê, binpêkirina qanûnên navneteweyî ye
Wezareta Karên derve ya Iraqê gotinên serokkomarê Emerîkayê li bifermînaskirina hakimiyeta Rejîma Siyonîstî ser Golana Sûriyê neqanûnî da zanîn û teqez kir: Ev kiryara binpêkirina qanûnên navneteweyî ye.
Donald Trump serokkomarê Emerîkayê, pêncşemiya buhurî li twîtera xwe nivîsî: Niha dema wê hatiye ku piştî 52 salan,Waşengtonê serweriya Îsraîlê ser bilindahiyên Golanê bi fermî nas bike.
Li gorî rapora malpera Someriye News`ê, Ehmed El-Sehaf berdevkê Wezareta karên derve ya Iraqê roja şemiyê li daxûyaniyekê raghand: Bi fermînaskirina hakimiyeta Îsraîlê dagirkir ser Golana Sûriyê tê wateya meşrûzanîna dagirkeriyê ye.
Pêştir Wezaeta karên derve ya Sûriyê li daxûyaniyekê bal kişand ser vê yekê ku biryara Trump binpêkirina biryarnama 497an a Konseya Ewlehiyê ya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî ye û raghand: Emerîka bêrêziyê li meşrûbûna navneteweyî dike û birayranemyên wê binpê dike.
Biryarnama 497`an a Konseya Ewlehiyê ya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî,pêşnumaya sala 1981`an ku piraniya endaman ji wan Emerîka dengê xwe danê, biryara Rejîma Siyonîstî û kiryarên wê li bara Golanê tam red kir û plana zêdekirina Golanê li erdên dagirbûyî îbtal kir.