ÎranNûçeRojhilatanavin

Iraqçî: Êdî sebra stratejîk a Îranê nemaye

Alîkarê wezîrê derve yê Komara Îslamî ya Îranê li warê siyasî duh berêvarê di nav koma nûçegihanan de li Viyanayê bal kişand ser bê soziya eropiyan derheq Peymana Navokî ya bi Îranê re got: Êdî sebra stratejîk a Îranê nemaye .

Alîkarê wezîrê derve yê Komara Îslamî ya Îranê li warê siyasî seyd Ebas Iraqçî desnîşan kir ku heya niha ewropiyan derheq Peymana Navokî ya bi Îranê re soz û qirarên xwe cih neanîne û got: Komara Îslamî ya Îranê zêde ji viya nikare bi tenêtî li ser Peymana Navokî bisekine.

Iraqçî pêgîrî kir: Îranê pêşewaziya helwêsta siyasî ya welatên ewropî û yên din ku “Peymana Navokî” îmza kirine derheq derketina Amerîkayê ji vê peymana navneteweyî dike, lê belê divê ev helwêsta wan bi gavên pratîk re hev rê bibe.

Alîkarê wezîrê derve yê Komara Îslamî ya Îranê herwiha bal kişand ser Rûniştina îro ya Komîsiyona Hevpar a “Peymana Navokî” li Viyanayê û got: Îran hêvîdar e di vê Komîsiyonê de gavên pratîk û ber bi çav ji aliyê welatên endamên “Peymana Navokî”bi taybetî ji aliyê welatên ewropî bibîne, ne ku Îran neçar e biryara xwe ya kêmkirina pêsparteyên xwe derheq  “Peymana Navokî” ku qanûnî û li got mafê wê yê di çarçova vê peymanê de ye cih bîne.

Biryar e îro Rûniştina Komîsiyona Hevpar a “Peymana Navokî” bi beşdariya alîkarên wezîrên derve û birêvebirên siyasî yên welatên koma  çar zêdeyî yekê li Viyanayê bi rê ve here.

Başa dön tuşu