ÎranIraqNûçeRojhilatanavin

Ji sibê ve xelkê Kurdistan û Iraqê dikarin bi vîzeya belaş herin Îranê

Îranê ragihand, ji sibê ve vîze ji bo welatiyên Herêma Kurdistan û Iraqê yên ku bixwazin serdana Îranê bikin, belaş e. Berpirsekî Îranî ji hikûmeta Kurdistanê xwast, dema Îranî derbasî Kurdistanê dibin bacê ji wan nestînin.

Serkonsûlê Îranê li bajarê Silêmaniyê Seidullah Mesûdiyan îro li Silêmaniyê di civîneke rojnamevaniyê de ragihand, ji sibê ve êdî ew welatiyên Herêma Kurdistanê û Iraqê yên ku dixwazin herin Îranê, dê vîzeya belaş werbigirin.

Seidullah Mesûdiyan da zanîn, ew biryar şimûlî vîzeya sê mehî dike û got, her kesê ku wê vîzeyê bistîne dikare mehekê li Îranê bimîne, piştî ku vegeriya dîsa dikare heman vîzeyê bikar bîne.

Wî dîplomatê Îranî bang li hikûmeta Kurdistanê jî kir, dema Îranî derbasî Kurdistanê dibin bacê ji wan nestînin.

Başa dön tuşu