ErebîstanNûçeRojhilatanavinYemen

Jinavçûna oda operasiyona artêşa Erebistanê li Necranê û kuştina 6 eskerên Seûdî

Ji ber êrişa hêzên yemenî ser pêgeha odeya operasiyona artêşa Erebistanê li Necranê 6 eskerên seûdî hatine kuştin û 9 kes jî birîndar bûn.

Li gor rapora ajansa nûçan a Tesnîmê, ji zarê El-Mesîrê, Artêş û hêzên gelanî yên Yemenê odeya operasiyona hêzên hevpare seûdî li navça El-Xezra li Necranê li başûra Erebistanê bombebaran kirin ku di encamê da 6 eskerên Erebistanê hatine kuştin û 9 kesên din jî birîndar bûn.

Hêzên yemenî herwisa kirêgirtiyên seûdî li navça Esîlan li parêzgeha Şebvê kirine ber hedefa êrişên xwe û parek ji van kirêgirtiyan kuştin û hinek ji çek û sîlahên wan jî jinav birin.

Erebistanê bi piştevaniya Rojava ji Adara sala 2015 êrişa xwe ya ser Yemenê domand û hedefa vê destdirêjiyê jî eva bû ku Riyaz carek din Mensûr Hadî serokkomarê dest ji karberdayî û reviyayî yê Yemenê carek din bîne ser karê xwe.

Li van destdirêjiyên Erebistanê ser axa Yemenê heta niha bi dehan hezar kes ji xelkê sivîl hatine kuştin yan jî birîndar bûne û gelek ji jêravahiyên Yemenê jî kavil bûne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu