ÎranNûçeRojhilatanavin

Larîcanî: Berxwedan û hişyarîya gelê Filistînê, sîyonîst dilgiran kirine

Serokê Meclisa Şêwra Islamî ya Îranê li axavtina xwe li merasima Roja Cîhanî ya Qudsê got: Roja îro berxwedan û hişyarîya gelê Filistînê bûye sedem ku Rêjîma Sîyonîst gellekî dilgiran be û sîyonîst pê hesîyane ku ewlehîya wan sist e.

Elî Larîcanî bi gotina vîya ku encama guhertinên niha li Rêjîma Sîyonîst “jordaçûna hêza bereya berxwedanê û hişyarîya misilmanan“ bûye, dîyar kir: Dilgiranîya sîyonîstan roja îro gellekî giran bûye û pişkdarîya pirrcoş a gelê Îranê li meşa Roja Cîhanî ya Qudsê nîşana piştgirîya îranîyan ji gelê zilimlêkirî yê Filistînê ye.

Serokê Meclisa Şêwra Islamî ya Îranê ragihand ku Amerîka û sîyonîst bi merema xalifandina raya giştî ya cîhanê ji ser meseleya Filistînê zorê didin ser Îranê û dîyar kir: Xwenîşandana vê dawîyê ya ser navê Mafê Vegerê herçend ku di encamê de 200 kes şehîd û bi hezaran kes jî birîndar bûne, bûye sedema şaşûpaşobûna Rêjîma Sîyonîst.

Larîcanî têkildarî zext û gefa ser Îranê hişyarî da Amerîka, Rêjîma Israîlê û Erebistanê û pêgirî kir: Rêjîma Israîlê û Erebistan çavkanîya alozîya li herêmê ne û heke ew Îranê ji alûgurên herêmê dûr bixin, dê ewlehîya wan xwe bikeve ber gefê.

Wî bi gotina vîya ku gelê Îraên hertim di warê piştgirîya giştalî ji Filistînê de pêşeng bûye, ragihand: Rewşa niha ya herêmê nîşan dide ku hêzên berxwedanê xurt bûne, planên sazişkirinê pûç bûne û Berxwedan tenha rêçareya Filistînê ye.

Elî Larîcanî bal kişand ser plana Amerîkayê ya bi navê bazarî û danûistandina mezin a sedsalê û got: Bila amerîkî bizanin ku ketine xwewê, ji ber ku meseleya Filistînê ne dirav e û bi dirêv nikarin şeref, xîret û emekdarîya bo war û axê ji nav bibin.

Serokê Meclisa Şêwra Islamî ya Îranê herwiha bal kişand ser daxwaza rezîl a Rêjîma Sîyonîst ji Amerîkayê ji bo serdestîya li Bilindahîyên Golanê û got: Ew dixwazin ji vê rewşê sûdê wergirin û berxwedana Hizbulah û Fiilstînê lawaz bikin û altêrnatîvekê ji bo berxwedana Filistînê peyda bikin.

Başa dön tuşu