AborîEwropaÎranNûçeRojhilatanavin

Jordaçûna derfirotina nifta Îranê bo Ewropayê

Alîkarê wezîrê niftê yê Îranê got: Derfirotina nifta Îranê bo Ewropayê ji 500 hezar bermîlî di rojê da heta 2 mehên din yê bigihêje 800 hezar bermîlî di rojê da.

Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Elî Karder alîkarê wezîrê nifta Îranê li bara jordaçûna asta berhemanîna niftê li Îranê got: Derxistina niftê li Îranê yê heta dawîya meha Ferverdînê ango 21`ê Nîsanê bigihêje 4 milyon bermîlî di rojê da. Karder bi gotina vîya ku asta navîn a derfirotina nifta xav a Îranê di meha sibata 2017`ê di rojê da 2 milyon û 298 hezar bermîl bûye, da zanîn: Heke asta navîn a derfirotina rojane ya zêde ji 700 hezar bermîl berhemên gazê jî li asta derfirotina nifta xav bê zêdekirinê, derfirotina nifta xav û berhemên gaza Îranê di rojê da yê ji 3 milyon bermîlî zêdetir bibe.

Wî li bara bazarên nû yên firotina nifta Îranê piştî rakirina boykotan jî got: Kompanîya Şêl (Shel) a Ingilîsê 2 bar, şîrketa Total a Fransayê 2 bar û şîrketa Anî ya Îtalîyayê jî 2 barên 2 milyon bermîlî nifta Îranê kirîne.

Alîkarê wezîrê niftê yê Îranê herwiha got: Şîrketên ûris, almanî, fransî û japonî plan û projên lêkolînê têkildarî meydana niftê ya Azadêgan li başûra rojavaya Îranê raber kirine. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu