ÎranNûçeRojhilatanavin

Rêberê giranqedir ê Inqilaba Islamî: Tenha rêka sekinîna li hemberî çavsortîya Amerîkayê, berxwedan e

Rêberê giranqedir ê Inqilaba Islamî ya Îranê pêgirî kir: Bêdengî û paşdevekişîyana li hemberî amerîkîyan, wan çavsor dike lewma tenha rê, sekinîn û berxwedan e.

Hezretê ayetulah Xaminêyî rêberê giranqedir ê Inqilaba Islamî ya Îranê vê sibê li hevdîtina digel bi hezaran xwendekarên medrese û zanîngehên welêt, nifşa ciwan “pêşeng û pêşdebirê civakê“ bi nav kir û pêgirî kir: Ev nifşa xweşferaset û baştêgihêj, bê guman yê Îrana ezîz ji berbend û dijwarîyan derbas bike û bigihîne cihekî baş, helbet serêxwegirtina vê armanca geş hewcedarê “naskirina dijminê sereke û rezîl ê gelê Îranê ango Amrîkayê“ ye.

Hezretê ayetulah Xaminêyî herwiha bibîr xist: Amerîka bi wateya tam û rastî, dijminê rezîl û sereke ye û ev rastîya ne ji ber tesîb û reşbînîyê belkî encama tecrube, têgiheştina durist a meseleyan û dîtina rastîyên li meydanê ye.

Rêberê giranqedir ê Inqilaba Islamî ya Îranê bal kişand ser gotinên vê dawîyê yên serokomarê Amerîkayê têkildarî têrorîstbûna gelê Îranê û got: Ev gotina ji ber bêaqiltîyê, nîşan dide ku amerîkî ne tenê dijminê rêbr û dewleta Îranê ne belkî di esasê de li dijî hebûna miletekî mandîbûnnenas ku li hemberî wan sekinîye, dijminatî û kînê dajon.

Wî gotinên çend salan berî niha yên berpirsekî amerîkî ku gotibû “divê em gelê Îranê kokbirr bikin“ bi bîr xistin û got: Ew nikarin vê rastîyê fem bikin ku miletek bi rabhorîyeke dîrokî û çandî ya wiha dewlemend û tijî nayê kokbirrkirin.

Rêberê giranqedir ê Inqilaba Islamî ya Îranê got ku kîna kûr a Amerîkayê li hemberî gelê Îranê bûye sedema korbûna çavê amrîkîyan di warê texmîn û hesaban de û dubarekirina şaşitîyên wan û ragihand: Amerîkî komployên bêencam ên berê didomînin ji ber ku kîn û dijminatîyê, ew ji dîtin û femkirina rastîyan û nirxandina durist bêpar kirine.

Hezretê ayetulah Xaminêyî herwiha bal kişand ser dijminatîyên berdewam ên dewleta Amerîkayê û got: Amerîkî niha jî ji bo xirabkirina encama muzakirên navokî ango rêketinama navokî ya Îranê û Koma 5+1`ê karên herî rezîl dikin.

Rêberê giranqedir ê Inqilaba Islamî ya Îranê  herwiha temî da xwendekarên îranî ku dijminê sereke ango Amerîkayê ji bîr nekin û ev yeka şertê sereke yê domandina rêka dawîxêr a pêşeroja Îranê zanî û got: Ji bîr nekin di vê rêka zef girîng û dawîxêrê de ku hûn ber bi armancan de pêşde diçin, hûn dikarin û we ev hêza heye û di vê rêkê de dijminê we yê sereke Amerîka ye, vê yekê ji bîr nekin.

Başa dön tuşu