Mafên MirovanNûçeRojhilatanavinYemen

Kêmbûna derman û qeyrana rewşa mirovî li Yemenê

Hevahengkerê karûbarên mirovhezane yê rêxistina Neteweyên Yekgirtî (NY) li Yemenê, ragihand ku 19 mîlyon yemenî hewcedarê alîkariyên mirovhezane ne.

Li gorî rapora roja sêşemiyê ya kanala AL ALAM`ê, Jimmy Mcgoldrick, hevahengkerê karûbarên mirovhezane yê rêxistina Neteweyên Yekgirtî (NY) li Yemenê, li Senaya paytexta vî welatî bal kişand ser xwerina nebaş a 3 mîlyon û 300 hezar zarok û jinên yemenî û got, alîkariyên mirovhezane yên ku bo yemenê tên şandin, di encama dewama êrişên leşkerî yên siûdî ser vî welatî de ku nahêlin alîkarî bigihîjin navçeyên şerrtêde, têrê nakin.

Wezareta tendurustiya Yemenê jî li dewama bombebarana parêzgeha Sedê ji aliyê artêşa destdirêjker ê Siûdî bi bi karanîna çekên qedexe, zêde ji mîlyonek kes di vê parêzgehê de ji îmkanên herî asayî yên tendurustî û dermaniyê bêpar in.

Erebistan ji meha Adara 2015`an ve bi armanca vegerandina Ebd Rebe Mensûr Hadî, serokkomarê îstîfakirî yê Yemenê bo desthilatê, êrişên xwe yên ser Yemenê dest pê kirine. Di encama van êrişan de, heya niha nêzî 40 hezar yemenî hatine kuştin û birîndar bûne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu