IraqNûçeRojhilatanavin

Ebadî: “Em li dû pêkanîna artêşeka bihêz in“

Heyder Ebadiyê serokwezîrê Iraqê li peyamekê ku bi boneya salvegera nûd û heftan a damezirandina artêşa Iraqê hat weşandin, her wiha ragihand: “Ewlehî û aramiya Iraqê deyndarê wan xwînan e ku artêş û hêzên din ên ewlehiyê ji bo welêt xelat kirine“.

Serokwezîrê Iraqê bi gotina vê yekê ku artêş piştgirê destkeftiyên neteweyî û parêzvanê serxwebûn û desthilata welêt e, destnîşan kir: “Me bi hewcetî bi pêkanîna artêşeka neteweyî û bihêz heye ku piştgir û parêzvanêserxwebûn û cîgeha welêt be“.

Ebadî artêşa Iraqê ji ber fîdakarî û cangorîtiyên ku li warê berevaniya ji welat, ewlehî û gelê vî welatî kiriye pesinand. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu