CîhanNûçe

Kivşkirina qanûnên qedexeya hatûçûnê li Portlenda Amerîkayê

Polîsê Portlendê li eyaleta Organa Amerîkayê, qanûnên qedexeya hatûçûnê kivş kir.

Li gorî rapora Ajansa nûçeyan a Spûtnîkê, bi dû xwenîşandana dijî nijyara siyasî û nijadparêziya li Portlena bakûrê rojavayê Amerîkayê, polîsê xwecî, roja yekşemiyê, jibo kesên ku temenê wan kêmtir ji temenê qanûnî ye, qanûnên qedexeya hatûçûnê kivş kirin.

Polîsê bajarê Portlendê, navenda eyaleta Organê, ragihand, ev tivdîr bi armanca parasstina kesên ku temenê wan kêmtir ji temenê qanûnî ye li dema xwenîşandanên nerazîtiyê yên li vî bajarî hatine girtin.

Şeva 11 û 12`ê Mijdara îsal, xwenîşandana dijî nijadparêziyê li Portlendê, bû sedema gulleavêtin û pevçûna bi hêzên polîsê re ku di encamê de jî kesek bi derba gullê, birîndar bû.

Li halekê ku hilbijartina serokkomartiya Amerîkayê, roja sêşemiyê, 8`ê meha Mijdarê, bi serketina Donald Trump, ji partya Komarîxwazan, bi dawî hat, lê xwenîşandanên gelanî yên dijî serokkomarê bijartî yê Amerîkayê, jibo çaremîn roja bi dû hev li bajarên curbicur ên vî welatî û Ewrûpayê didomin.

Xelkê Amerîkayê roja şemiyê bi hatina nav kolanêna New York, Losancêlês û Şîkagoyê, nerizamendiya xwe ya li hember bijartina Donald trump, wekî serokkomarê bijartî yê vî welatî ragihandin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu