FilistînNûçeRojhilatanavin

Komeke cihû ya amerîkî: Idiayên Israîlê li bara mizgevta Eqsayê bêbingeh in

Koma cihû ya `Neturei Karta Internationalê` ku li dijî kiryarên dagirkerane yên rêjîma Israîlê ye, ji ber biryarnama vê dawîyê ya Konseya Ewlehîyê ya NY têkildarî şermezarkirina çêkirina bajarokan jibo sîyonîstan li erdên dagirbûyî yên filistîniyan pêşwazî kir û idiayên vê rêjîmê li bara mizgevta Eqsayê pûç û bêbingeh dan zanînê.

Li gorî rapora ajansa nûçan a fermî ya Filistînê (Wafa), vê komê ku nivîsgeha wê li Newyorkê ye, ragihand ku çêkirina bajarokan ji hêla Israîlê va mideha 10 salên buhurî da hegera sereke ya kuştina xelkê û bê ewlehîya li warên pîroz bûye û bi sedan insanên bêguneh di vê rîyê de bûne gorî.

Koma `Neturei Karta Internationalê` pejirandina biryarnama li Konseya Ewlehîyê li Filistînê pîroz kir û qedrê welatên endamên Konseya Ewlehîyê ji ber vê pêngava girîng a ber bi aştî û dadmendîyê girt.

Koma cihû ya `Neturei Karta Internationalê` di eynî halî da bêzarîya xwe ji ber kiryara sîyonîstan a avakirina bajarokan jibo sîyonîstan nîşan daye û ragihandîye: Natanyahu wade daye ku yê avakrina bajarokan bidomîne, lê em ji civaka cîhanî dixwazin ku vê rastîyê bihese ku cihû bi giştî pişta wî nagirin.

Li gorî ragihandina vê koma cihû serhişkî û kiryarên li dijî qanûnên navnetewî yên rêjîma Isrîalê li hemberî civaka cihanî berovajî kitêba Tewratê ne.

Koma cihû ya `Neturei Karta Internationalê` her wiha radigihîne ku Cihûyên Ortodoks ên Amerîkayê ji ber kiryarên Natanyahu û êrişên bêşermane yên piştgirên wî ser dewleta Amerîkayê bi hegera bikarneanîna Vetoyê li hemberî biryarnama Konseya Ewlehîyê ya NY şermê dikin.

Koma `Neturei Karta Internationalê` li dawîya daxûyanîya xwe da radigihîne ku sîyonîstna mafê kontrolkirina dîwarê rojava û warên din ên mezhebî yên Beyt ul Muqedesê tinene û hemî dew û dozên rêjîma Isaraîlê li bara van waran da bêbingeh in. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu