FilistînNûçeRojhilatanavin

Komên filistînî ji bo beşdariya meşa Roja Cîhanî ya Qudsê bangwazi dikin

Komên neteweyî û îslamî li Filsitînê bi dayîna bangewazî û daxûyaniyan daxawza beşdariya herî pirr a xelkê li kombûna itirazî ya heftî û yekemîn sala damezirandina rêjîma sexte ya siyonîst kirin.

Li gorî rapora roja Sêşemiyê ya kanala Têlêvîziyoniya Al Alamê, Komên neteweyî yên Fislitînê li vê bangewaziyê ragihandin ku dewama cinayetên dagirkeran dijî xelkê Filistînê dê bigihînin guhê xelkê dinyayê.

Wan her wiha daxawza dewama itirz û dewama piştgiriya ji Mizgefta Eqsayê kirin da ku Roja Cîhanî ya Qudsê li Îniya vê heftiyê da bi coş li dar xînin.

Komên filistînî her wiha daxwaza berêxwedana bo xalên bawerpêkirî ji aliyê xelkê Filistînê, berevaniya ji mafê vegeriyana awareyan û damezirandina welatê serbixwe yê Fislitînê bi paytextiya Qudsê kirin.

Li Xezeyê jî Navenda Bilind a Birêxistinkirina Xwenîşandana berevaniya ji Mafê Vegeriyana Awareyan li ser beşdariya miliyonî ya aram a gelê Filsitînê li xwenîşandana Zîvala Xezeyê û dewama çalakiyan li warê dijayetiya digel dagirkeriyê pêgirî kir.

Ji destpêka xwenîşandana mezin a fislitîniyan bi navê Xwenîşandana Mafê Vegeriyanê di 30 Adara îsal da heta niha zêde ji 13 hezar fislitînî ji wan 2200 zarok û 140 jin birîndar bûne. Bi hezaran kes ji Filistîniyan ji 30ê Adarê va heta niha beşdariya Xwenîşandana mezin a Mafê Vegeriyanê bûne ku Îniya her heftiyê tê lidarxistin.

Başa dön tuşu