AborîIraqNûçeRojhilatanavin

Komîteya Dereyî behsa nekokiyên di Budçeyê de dike

Roja Duşemê Komîteya Parlementoyê ya Dereyî dê civînekê ji bo gotûbêjê li ser xalên cudahiyê di pirojeya Qanûna Budçeya Federal ya sala 2019`an, de bikin.

Her weha endamê Komîteyê Şêrwan Mîrza di heyama dexuyaniyeke taybet de ragihand di cîvînê de dê derbarê nekokiyan û pêşbîniyên aliyên Parlementarê di pirojeya Qanûna Budçeyê de danûstandin bikin , wek zêdekirina taybetmendiyên navçeyên rizgarkirî û beşa parizgehên hilberên Naftê û hinek mijarên din gotûbêj bikin.

Şêrwan amaje bi wê yekê jî kir ku divê ku lîro li ser hemî noqteyan li hevbikin ji ber ku piraniya Parlementeran dixwazin ku didemeke nêzîk de Encûmana Nûneran li ser Budçeyê deng bidin.

Başa dön tuşu