ÎranNûçeRojhilatanavin

Komsyona ewlehîya netewî ya meclisa Îranê li bara Rêketinama Navokî û boykotên Amerîkayê dijî Îranê dicive

Endamê desteya serokatîya komsyona ewlehîya netewî û sîyaseta derve ya meclisa şêwra islamî ya Îranê got: Ev komsyona yê hefteya bê li bara boykotên nû yên Amerîkayê li dijî Îranê û helwestên wî welatî li bara bernama mûşekî û rapora çarem a wezaareta karên derve têkildarî Rêketinama Navokî ya Îranê û Koma 5+1`ê bicive.

Mihemed Cewad Cemalî îro li gotûbêja ligel ajansa nûçan a IRNA`yê, boykotên nû yên Amerîkayê li dijî Îranê û helwestên Trump li bara ceribandinên mûşekî yên Îranê şermezar kirin û got: Komsyona ewlehîya netewî û sîyaseta derve ya meclisa Îranê yê rojên yekşem û sêşema bê bi amadebûna berpirsên îdarî li bara van mijarana bicive. Wî pêkutî kir ku li Rêketinama Navokî ya Îranê û Koma 5+1`ê li ser mijarên mûşekî tu lihevkirinek pêk nehatibû û lihevkirinên pêkhatî tenê li bara mijarên navokî bûne û heta Fêdêrîka Mogêrînî û YE`yê jî ragihandine ku ev mijara berovajî biryarnamên Konseya Ewlehîyê nîne û rêketinama navokî binpê nake.

Cemalî ku di eynî demî da nunerê gelê Fesayê li meclisa Îranê ye, herwiha got: Trump bi dû pêşnîyarqanûnekê jibo venihêrîna li meseleya Rêketinama Navokî ye, lewma mijara mûşekî ya Îranê hilêdixe lê eva xeta sor a nizama Îranê û berovajî Rêketinama Navokî ye.

Cemalî bibîr xist: Amerîkîyan bi boykotên nû nîşan dan ku dixwazin Îranê ji destkevtên Rêketinama Navokî bêpar bikin û piştî heyamekê bêjin ku îranîyan xwe Rêketinama Navokî binpê kirin.

Li gorî qanûna guncav û tolhildanê ya Komara Islamî ya Îranê têkildarî cihanîna Rêketinama Navokî, wezareta karên derve erkdar e her sê mehan carekê raporekê li bara pêvajoya cihanîna Rêketinama Navokî raberî komsyona ewlehîya netewî û sîyaseta derve ya meclisê bike. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu