CîhanEwropaNûçe

Kore ya Bakûr Neteweyên Hevgirtî tehdît kir

Wezareta karê derve yê Kore ya Bakûr li ser biryara Neteweyên Hevgirtî ya ku roja înê dabû û biryara dorpêçê ye, ragihand sedema şer e û welatên ku biryarê dane tehdît kir.

Kore li ser biryara dorpêçan nerazîbûna xwe anî ziman. Di peyama xwe de weha got:

“Biryara dorpêçê îhlala serxwebûna welatê me ye. Em wan qebûl nakin. Sîlihên Kore yên nukleerî ji bo parastina welatê me ye û da kes êrîşê me neke. Welatê me bo temamê qit’a Amerîka tehdîdeka nukleeriye û divê Amerîka vêya ji bîr neke. Wan welatên ki di biryarê de îmza wan heye, bi kiryarên xwe wê bedelên giran bidin.”

Di nava biryaran de malên rafîneriyê yên petrolê ji %90 divê nekevin nava Koreyê û ew Koreyiyên ku li derveyê welat dixebitin, divê di nav 24 mehan de dagerin welatê xwe. Hem petrola ku bo Koreyê tê şandin, divê ji 4 mîlyon varêlê derbas nebe. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu