IraqNûçeRojhilatanavin

Kuştina pêncî endamên DAIŞ`ê li Mûsilê

50 endamên DAIŞ`ê dema revîna ji Mûsilê bi kincên guherandî hatin kuştin.

 Li gorî rapora IRNA`yê ji Hewlêrê tevî azadkirina tam a bajarê Mûsilê navenda parêzgeha Neynewayê ji aliyê artêşa Iraqê va, lê paqijkirina beşên qedîmî yên bajêr ji aliyê hêzên taybet ên dijî terorê ya artêşa Iraqê hema wisa didome û di vê çarçoveyê hêzên artêşê karîn ku 50 terorîstan li rojên  derbasbûyî  bikujin.

Yek ji esferên  Rêxistina  rawestana li ber  terorîzmê li Iraqê li gotûbêja bi nûçegihanê IRNA`yê ra li Hewlêrê got: “Li operasyona  vê dawiyê ya vê rêxistinê, me karî 50 terorîstan ku bi guhertina kincên xwe dixwestin birevin  me kuştin û hejmarekê jî bigrin“.

Serheng Riyaz Cewdet di dewamê de got: “Li beşên  kevnar  ên bajarê Mûsilê hejmarek ji teorîstên mayî xwe veşartine û artêş jî hewl dide van taxana jî ku tam hatien azadkirinê tam paqij bike“.

Kesê navbirî tekez kir ku heya niha 40 terorîstên çekdar ku birîndar bûne hatine gitin û artêş jî hewl dide ku  veşartîgehên wan  peyda bike û têk bibe.

Serheng Riyaz Cewdet jî got: “Van terorîstan bi kolana  xendeqên curbicur li bajêr  ji xwe re sitargeh çêkirine û hêzên  taybet ên dijî terorê jî jibo girtina  pêşiya bicihbûan wana  dubare li bajêr hewl didin hemî xendeq û veşartgehan ji nav bibin. Li vê çarçoveyê em mal bi mal   li taxên  Qelîat, meydan û Şehwanê mijûlî paqijkirinê ne“ (BANGÊ ÎSLÂMİ).

Başa dön tuşu