NûçeRojhilatanavinSûriye

Kuştina serkirdeyekî DAIŞ`ê li encama êrişa hêzên Hizbulaha Libnanê

Hizbulaha Libnanê li encama opêrasyoneke taybet bi saya mûşeka kontrolkirî, berpirsê opêrasyona leşkerî ya DAIŞ`ê Ebûxetab li devera Cerûdelqayê kuşt.

Li gorî rapora televîzyona El-Minarê, ev mûşeka hişmend ku hêzên Hizbulahê bi saya wê Ebûxetab berpirsê opêrasyona leşkerî ya DAIŞ`ê li Cerûdelqayê kuştin, morala hêzên berxwedanê û malbatên şehîdên devera Qayê qahêmtir kir ji ber ku Seyd Hesen Nesrulah sekreterê giştî yê Hizbulahê wade dabû ev hêza rê nade zîyan li xelkê deverê bikeve.

Nesrulah gotibû ku em ê xelkê Qayê û her bajarok, tax û malên vê deverê biparêzin.

Ebûxetab berpirsê opêrasyona leşkerî ya DAIŞ`ê li devera Cerûdqayê li devera Resbelbek-Mîrayê bû ku di encama êrişa bi mûşeka hişmend a Hizbulahê, ligel çend têrorîstên din ên vê koma têrorîst hatin kuştinê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu