Genel

Serfermandarê artêşa Sûriyê seredana navçeya opêrasiyonê ya Hemahê kir

evdem digel gurrbûna kêşeyan di navebra hêzên aertêşa Sûriyê û têrorîstan li navçeyên cûrbicûr ên vî welatî, çavkaniyên sûrî qala seredana serfermandarê artêşa vî welatî ya mêhwera Hemahê kirin.

Li gorî rapora ajansa fermî ya nûçeyan a Sûriyê nasyar bi SANA News`ê, General Elî Eyûb serfermandarê arêşa Sûriyê roja şemiyê li ser fermanan Beşar Esed serokomar û fermandarê giştî yê hêzên çekdar ên Sûriyê seredana yekîneyên artêşê yên cihbûyî li dorhêla bakûrî ya Hemahê kir.

Elî Eyûb li vê seredanê tevî sipasiya ji berxwedana hêzên sûrî li hemberî têrorîstan û piştgirên wan ragihand, hejmarek ji endamên ser koma tekfîrî û têrorîst a DAIŞ`ê li dorhêla rojhilatî ya Dera û Helebê li Sûriyê hatin kuştin.

Li ser esasa vê raporê hin yekîneyên artêşa Sûriyê hejmareke zav a têrorîstên DAIŞ`ê li derdora zankoya hewayî li dorhêla rojhilatî ya Helebê her wiha navçeya Gumrika Qedîm û rojhilata medreseya perwerdeya nêrsan li Derayê kuştin.

Artêşa Sûriyê her wiha çend erebeyên leşkerî û zirêxî yên têrorîstan û navendên ser bi wan dane ber êrîşê.

Kanala televîziyoniya Al-Alamê jî bi nûçeyekê ragihand: Hêzên artêşa Sûriyê navendek û birceke çavdêriyê ya têrorîstan li başûrê vî welatî kirin hedef ku di encamê da hejmareke têrorîstan hatin kuştin (BANGÊ ÎSLÂMİ).

Başa dön tuşu