IraqNûçeRojhilatanavin

Li bajarê Kerkûkê 4 çekdarên DAIŞê ji aliyê hêzên polîs ve hatin girtin

Berpirsê polîsên bajarok û deverên derdora Kerkûkê, Serhed Qadir , 4 çekdarên DAIŞê ku xwe li nav bajêr de veşartibûn, hatin girtin.

Serhed Qadir daye zanîn ku ew çekdarên DAIŞê di nav koçberan de derbasî nav bajêr bûne û xelkê bajarokê Reşadê yê Kerkûkê ne.

Berpirsê polîsên deverên derdora Kerkûkê aniye ziman ku her yek ji wan çekdarên ku hatine girtin, herî kêm 2 salan bo DAIŞê kar kirine lê piştî ku DAIŞ lawaz bûye, çekên xwe avêtine û bi koçberan re derbasî nav Kerkûkê bûne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu