AsyaIraqNûçeRojhilatanavin

Li borîya nifta Kerkûk û Tirkîyê teqînek qewimî

Şeva buhurî Li borîya veguhestina nifta Kerkûkê bo Bendera Cêyhan a Tirkîyê teqînek qewimî.

Ligorî rapora çavkanîyên nûçan, di encama teqîna çend bombeyan li borîya veguhestina niftê ya Kerkûk-Cêyhanê de, agir berbûye vê borîyê.

Çavkanîyên ewlehîyê jî ragihandin ku agir piştî wê berbû wê borîya niftê ku 6 bombe bi dû hev li vê borîya li gundekî li 70 kîlomêtrîya başûra Mûsilê teqîyan.

Hela tu kes an komekê berpirsîya vê opêrasyona xirabkarîyê nedaye ustîyê xwe.

Başa dön tuşu