NûçeRojhilatanavinSûriye

Li du teqînên têrorîstî li başûrê paytexta Sûriyê 7 kes hatin kuştin

Li dû têkçûna têrorîstan li opêrasiyona meydaniya Sûriyê, êrîşên têrorîstî li dijî welatiyên sûrî zêde bûne.

Li gorî rapora kanala têlêvîziyoniya Meyadîna Sûriyê, îro anku şemiyê, 11`ê Hezîrana 2016`an, ji ber teqîna erebe û motorsîkliteke bombekirî li taxa Zêynebiyê li derdora tirba hezreta Zeynebê (S) li başûrê Şama paytexta Sûriyê, herîkêm heft kes hatin kuştin û hejmarek jî birîndar bûn.

Çimku teqîn gelek bihêz bûn renge hejmara goriyan zêdetir bibe.

Têrorîst ji bo niximandina serketinên li pey hev ên hêzên sûrî û hêzên berxwedanê li hemberî wan, berê xwe dane êrîşa li ser malên xelkê û welatiyên sûrî. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu