CîhanNûçe

Li Efxanistanê helîkopter ket, 8 efser û polîs hatin kuştin

Li Efxanistanê helîkoptereka serbazî ket, herî kêm 8 serbaz û polîs hatin kuştin.

Îro danê sibê helîkoptereka artêşa Efxanistanê, dema dixwast rabe, ket û agir pê ket.

Li gorî agahiyên BBC, di helîkopterê de ji bilî du pîlotan 10 efserên artêşê û polîs hebûn. Tenê 4 ji wan hatine rizgarkirin, yên din hemû hatine kuştin.

Tê gotin ku helîkopter ji ber arîşeyên teknîkî ketiye erdê û agir pê ketiye. Helîkopterê dixwast ji bajarê Şahîn biçe eyaleta Faryab ya Efxanistanê.

Başa dön tuşu