EfxanîstanNûçeRojhilatanavin

Li Efxanistanê teqîn: 2 kuşti û 8 birîndar

Ji ber teqînên berêvara Duşemiyê li parêzgehên Nengerhar (Rojhilat) û Bexlanê li bakurê Efxanistanê du kes hatin kuştin û heşt kes jî birîndar bûn.

Li gorî rapora IRIB Newsê ji Kabolê, Rayedarên nexweşxaneyê ji parêzgeha Bexlanê ragihandin ku ji ber teqîna berêvara Duşemiyê li navnda vê parêzgehê du hêzên polîs hatine kuştin û du kes ji wan welatiyekî sivîl birîndar bûye.

Ev teqîn di demekê da pêk hat ku bombeya bicihkirî li erebeyeka hêzên polîs li nêzikî Rêvebiriya ewlehiya neteweyî ya parêzgeha Bexlanê teqiya.

Her wiha ji ber teqîna li bajarê Celal Abadê yê navenda parêzgeha nengerharê li rojhilata Efxanistanê, şeş welatiyên sivîl birîndar bûn.

Heta niha kes an komekê berpirsiyariya van teqînan hilnedaye ser milê xwe. Tevî vêya koma Talibanê ku hebûneke çalak li pirraniya deverên Efxanistanê heye, heta niha berpirsiyariya pirraniya teqînan girtiye ustiyê xwe.

Welatiyên Efxanistanê ji ber bêewlehî û teqînên cûrbicûr li navçeyên cûrbicûr ên Efxanistanê di heyama du salên bihurî da hêrs bûne.

Başa dön tuşu