IraqNûçeRojhilatanavin

Li Sîdekan ji ber teqîna mînê şivanek hat kuştin

Li devera Sîdekan ya bajarê Hewlêrê şivanek ji ber teqîna mînê can da.

Berdevkê dezgeha karûbarên mîn li Hewlêrê, Zêbar Xalid got, îro li çiyayê Hordanê li devera Sîdekan, mînek bi şivanekî de teqiya ku mijûlî çêrandina pezên xwe bû.

Zêbar Xalid da zanîn, mixabin di wê rûdanê de şivan di cih de can da. Navê wî şivanî Arif Seîd Mam Sar bû ku 22 salî bûn şivantî dikir.

Başa dön tuşu