CîhanEfrîqaNûçeRojhilatanavin

Li eyaleta Sumatraya Bakur a Endonezyayê bi mezinahiya 6an erdhej çêbû

Li eyaleta Sumatraya Bakur a Endonezyayê bi mezinahiya 6an erdhejek çêbû

Saziya Meteorolojî, Avûhewa û Jeofizîkê (BMKG) ragihand ku navenda erdhejê ji aliyê başûrê rojhilatê va 30 kîlomêtre dûrî herêma Nîasa Başûr ya li ser eyaletê ye û erdhej 19 kîlomêtre di bin erdê da çêbûye.

Li gor pêzanînên pêşîn ji ber erdhejê mirî û birîndar tunene. Peyê erdhejê hişyariya tsunamiyê jî nehat dayîn.

Her wiha duh jî herêma Nîasa Başûr bi mezinahiya 5,8an erdehejeke din çêbûbû.

Li Endonezyayê 28ê Îlona 2018an da li Kendava Paluyê ya li Girava Suluwesê bi mezinahiya 7,5an erdhejek çêbûbû û pey ra jî tsunamî rabibû û bandora van bobelatan li herêmên Donggala, Palu û Sigiyê çêbûbû. Di erdhej û tsunamiya li herêmê da 4 hezar û 340 kes miribûn.

Başa dön tuşu