CîhanEwropaNûçe

Li Guatapeya bajarê Kolombiyayê hejmara kesên ku di keleka binavbûyî da mirin derket 8an

Li gor daxuyaniya nivîskî ya ku ji Hêzên Çekdar ên Kolombiyayê hat dayîn, li cihê ku kelek lê noqî avê bû lêgerîn hat kirin û 20 mêtre binê gola bendavê da cesedekî din jî hat derxistin.

Midûrê Giştî yê Yekîtiya Rêvebirina Afat û Rîskê ya Neteweyî (UNGRD) Carlos Ivan Marquez jî got ku cihê kelek lê noq bû 100 mêtre der û dora wê lêgerîn dewam dike.

Li herêma rêvebirinê ya Antioquiayê ya Kolombiyayê û ji aliyê rojhilat va 80 kîlomêtre dûrî Medellînê di 25ê hezîranê da li ser gola bendavê keleka ku tûrîst lê siwar bûn, binav bibû. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu