CîhanNûçeRojhilatanavin

Li Malezyayê di şewata ku li cihê bazarê derket da 30 dikan şewitîn

Li Kuala Lumpura paytextê Malezyayê di şewata ku li cihekî bazarê derket da 30 dikan şewitîn.

Şefê Yekîneya Lêgerîn û Xilaskirinê ya Kuala Lumpurê L. Logeswaran daxuyaniya xwe da eşkere kir ku midaxeleyî şewata ku bi şev saet dora 01.30yê da derket kirin û di nav 15 deqîqeyan da rê li ber pêtên agir girtin.

Logeswaran diyar kir ku di şewatê da tu kes nemir û da zanîn ku 30 dikanên li bazarê şewitîne û bûne xwelî.

Sedema şewatê hê nehatiye tespîtkirin.

Di bazara ku nêzî Mizgefta Hindê ya li navenda Kuala Lumpurê hat danîn da beriya Eyda Remezanê cil û bergên eydê tên firotin.

Başa dön tuşu