NûçeEfrîqaRojhilatanavin

Li Mogadîşûyê êrîşa otêlê û krîza rehîne: 70 mirî û birîndar

Çavkaniyên herêmî ragihandin ku kirîza rehîngirtina terorîstan a li oteleke li paytexta Somaliyê, danê sibê bi operasyonekê bi dawî bû.

Li ser zarê jêderekî ewlekarî yê payebilind li Somalî, AFP ragihand ku hêzên ewlekarî yên Somalî piştî 30 demjimêran karî dawî li kirîza rehîngirtinê li Otêla Hayat li Mogadîşu bînin.

Fermandarê ewlekariya Somalî ya navborî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku hemû endamên koma terorîst a el-Şebab ku êrîşî otêlê kirin û dîl girtin, hatin kuştin.

Ji aliyê din ve CNN ragihand ku hejmara kuştiyên vê êrîşa terorîstî herî kêm 20 kes û birîndaran jî 50 kes in û ji ber rewşa gelek birîndaran îhtîmal e hejmara kuştiyan zêde bibe.

Hin çavkaniyan ragihandin ku di şer û pevçûnan de xwediyê hotêlê û hin hêzên ewlehiyê mirine yan jî birîndar bûne.

Başa dön tuşu