NûçePakîstanRojhilatanavin

Li Pakistanê 300 mîlîtanên Belûcî teslîm bûn

Li gor ragihandina sîte ya Dawn Newsa ku ji Pakistanê weşana xwe dike; ji Artêşa Rizgariya Belûcistanê, ji Eniya Rizgariya Belûcistanê û ji Artêşa Cûmhûriyeta Belûcistanê bi tevahî 300 mîlîtan dev ji sîlihên xwe berdan. Kesên ku teslîm bûne di nava wan de 17 kes ji wan kadroyên serpereştiyê ne.

Ji bo mîlîtanên ku teslîm bûn, li bajarê Keetayê, di parlementoyê de merasimek hat çêkirin. Di merasimê de serokwezîrê Belûcistanê Navab Sanaûllah Zehrî axaftineka bi zimanê mêtingerî kir. Paşî ji mîlîtanan re got niha wezîfa wan ew e ku xebatê bo aramî û geşepêdana welatê xwe bikin.

Di du salan de, li dora 2 hezar mîlıtan heya niha teslîm bûne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu