CîhanEwropaNûçe

Li Portekîz otobêsa geştiyaran wergeriya: 28 kes mirin

Li girava Madeira ya Portekîzê otobêsa geştiyaran wergeriya û di encamê da 28 geştiyara mirin.

Ajansên navdewletî belav kirine ku îşev  li girava Madeira Portekîzê otobêseke geştiyar wergeriyaye û di encamê da 28 geştiyar mirine. Herwiha hatiye gotin ku piraniya geştiyaran hemwelatiyen Almanyayê ne û nêzîkî 23 geştiyarên din jî birîndar bûne û rewşa birîndaran jî giran e.

Herwiha heta aniha nehatiye zanîn bê otobês ji ber çi hatiye wergerandin û hêzên emnî dest bi lêkolînê derbarê bûyerê da kiriye.

Başa dön tuşu