IraqNûçeRojhilatanavin

Li ser banga rêberê Tevgera Sadir, Mûqteda el-Sadir hejmareke zêde yê xwepêşandêran rijyane ber avahiya balyozxaneya Tirkiyê ya li Bexdayê.

Li paytexta Iraqê Bexdayê alîgirên Tevgera Sadir li pêşiya avahiya balyozxaneya Tirkiyê xwepêşandanek pêkanîn û daxwaz kirin ku hêzên artêşa Tirkiyê ji nav axa Iraqê derbikeve.

Li ser banga rêberê Tevgera Sadir, Mûqteda el-Sadir hejmareke zêde yê xwepêşandêran rijyane ber avahiya balyozxaneya Tirkiyê ya li Bexdayê.

Xwepêşandanan li ser daxuyaniyên Serokomarê Tirkiyê û berpirsên vî welatî nerazîbûna xwe derbirîn û daxwaz kirin ku Tirkiye hêzên xwe yên li Başîqayê vekişe.

Xwepêşanderan pankartên ku li ser nivîsandibûn, “Tirkiye dagirker e û hevkarê DAIŞê ye” bilind kirin û herwiha li dijî Amerîka û Brîtanyayê jî dirûşm qêriyan.(BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu