AsyaCîhanNûçe

Li Tirkiyê di rûdaneka tirafîkê de herî kêm 13 kes mirin

Li Tirkiyê di encama rûdaneka tirafîkê de herî kêm 13 kes mirin û bi dehan kes jî birîndar bûn.

Şeva borî li ser rêya bajarên Enqere û Bûrsa yên Tirkiyê, otobûsek ku ji Enqerê diçû Bûrsayê, li darê ket.

Li gorî agahiyan, di wê bûyerê de herî kêm 13 kes mirin û 42 kes jî birîndar bûn. Lê birînda hinek ji wan giran loma tirsa wê heye hejmara miriyan zêde bibe.

Tê gotin ku şofêrê otobûsê li ser dîreksyonê razye loma ew rûdan qewimiye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu