NûçeRojhilatanavinYemen

Li Yemenê 47 hezar mirov bê cih û war man

Li Yemenê ji ber şer û pevçûnên bajarê Taîz û Hudaydaha di herdû mehên dawî de 47 hezar însan malên xwe terikandin. Stephane Dujarricê Nûnerê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî ku beyanatek da dezgehên ragihandinê got: “Ji ber şer û pevçûnên Taîz û Hudaydahê bi hezaran însan neçar man malên xwe biterikînin.”

Stephane Dujarricî got: “Di herdû mehên dawî de ji ber pevçûnan 47 hezar mirov ji cih û warên xwe bûn û neçar man ku herin Aden û bajarên başûrê welêt.”

Yemen heya niha di bin ambargoya Erebîstana Siûdî bû herçend Erebîstanê ambargoya xwe rakiribe jî lê hê jî bandora wê li welat dewam dike.” (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu