CîhanEwropaNûçe

Mark Esper wekî Wezîrê Berevaniya Amerîkayê hate nasandin

Serokkomarê Amerîkayê, Mark Esper wekî Wezîrê Berevaniyê yê nû li vî welatî da nasandinê.

Li gor rapora rojnameya NewyorkTayms`ê , Donald Trump serokkomarê Amerîkayê îro şemiyê Mark Esper wekî Wezîrê Berevaniyê yê nû li vî welatî destnîşan kir û navê wî daye Kongireya Amerîkayê.

Eger Kongireya Amerîkayê Mark Esper wekî Wezîrê Berevaniya Amerîka qebûl bike, ew ê li dewsa James Mattis rûne ku wî di Kanûna sala 2018 dest ji karê xwe berda.

Mark Esper di halekî da wekî Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê hatiye destnîşankirin ku Patrick Şanahan sergêrê Wezareta Berevanîya Amerîkayê jî pêştir dest ji karê xwe berdabû.

Başa dön tuşu