CîhanEwropaNûçe

Meclisa Gelanî ya Brîtanyayê bi 412 dengên Erê li hemberî 202 dengê Na, pêşnumaya paşdaxistina Brêkzîtê (Brexit) pesend kir

Meclisa Gelanî ya Brîtanyayê roja Pêncşemiyê bi pirraniya dengan dengê xwe da derengiya li warê pêvajoya derketina vî welatî ji yekîtiya Ewropayê

Li gorî rapora IRNAyê, Meclisa Gelanî ya Brîtanyayê bi 412 dengên Erê li hemberî 202 dengê Na, pêşnumaya paşdaxistina Brêkzîtê (Brexit) pesend kir.

Ev deng bi wê wateyê ye ku Brîtanya di roja 29ê Adara 2019an dê ji Yekîtiya Ewropayê veneqete.

Bi vî awayî, Brîtanya dê ji Yekîtiya Ewropayê bixwaze ku moleta derketina vî welatî ji Yekîtiya Ewropayê dirêj bike.

Tevî vêya, beşeka din a mijarê vedigere ser biryara rêberêîn Yekîtiya Ewropayê ku daxwaza Londonê jibo paşdaxistina Brêkzîtê erê bikin.

Ev dengwergirtin tenê çend deyqeyan piştî wê yekê pêk hat ku Meclisa Gelanî ya Brîtanyayê bi 334 dengên Na li hemberî 85 dengên Erê, lidarxistina Giştpirsîna dubare derbarê derketina vî welatî ji Yekîtiya Ewropayê red kir.

Meclisa Gelanî ya Brîtanyayê roja Çarşemiyê jî bi dengwergirtinekê li dijî bijardeya derketina bêyî lihevkirinê ya Brîtanyayê ji Yekîtiya Ewropayê derketibû.

Ev dengwergirtin rojekê piştî wêya pêk hat ku Meclisa Gelanî ya Brîtanyayê bo duyem carê pêşniyarqanûna Trêza Mêya serokwezîra vî welatî jibo derketina ji Yekîtiya Ewropayê red kir.

Meclisa Gelanî ya Brîtanyayê pêştir jî (15ê Çileyê) ev lihevkirin  bi dengê xwe yê “NA” red kiribû.

Başa dön tuşu