Mehkemekirina şêx Îsa Qasim kete meha Îlonê
وەخرانی دادگەیی شیخ عیسا قاسم بۆ مانگی سێپتەمبەر
Dadgeha Behreynê piştî destpêbûna civîna dudiyan a mehkema şêx Îsa Qasim, rûhaniyê bi nav û deng ê Behrenê bêyî hizûra wî, mehkemekirina wî xiste 15 meha Îlonê.
li gorî rapora kanala nûçan a El-Meyadîna Lubnanê, roja yekşemê mehkemekirina şêx Îsa Qasim, bêyî hizûra wî û bi serokatiya Ebdullah El-Eşraf hat li dar xistin.
Civîna ewilî ya mehkemekirina şêx Îsa Qasim bi tawana dirvaşoştinê, 27 hezîrana buhurî bêyî hizûra wî hat li dar xistin piştî çend deyqan ew avêtin îro yekşemiyê.
Rayedarên Behreynê, şêx Îsa Qasim bi komkirina dirav bêyî îzn û qanûnê tawanbar kirine.
Rejîma Alê Xelîfe vê dawiyê mafê welatîbûnê ya şêx Îsa Qasim alimê bi nav û deg ê şîe yê behreynî betal kir ku rastî berteka tund a xelkê, partî û rûhaniyên Behreynê û mehkûmiyeta navçê û dervey navçê rûbirû bû.
Her wiha şêx Huseyn El-Dîhî, alîkarê civata Îslamî ay El-Wifaqa neteweyî ya Behreynê roja yekşemiyê li daxûyaniyekê ragihand ku her kesê ku îsaleta şêx Îsa Qasim şik heye, giştpirsiyê li dar xîne da ku îsaleta xelkê Behreynê û alternatîvên neteweyî yên wê û her wiha îsaleta şêx Îsa Qasim jêre kivş bibe. Alîkarê civata Îslamî ya El-wifaqa neteweyî ya Behreynê li daxûyaniya xwe ragihand ku daxwazî û xwestekên xelkê naguherin û xelk paşde venakişyên. (BANGÊ ÎSLÂMİ)