Mehkemekirina welatiyên asayî yên behreynî li dadgehên eskerî
Parlemana Behreynê îro yekşemiyê plana pêşniyarkirî ya paşayê vî welatî derheq hêsankirina mehkemekirina xelkê sivîl li dadgehên eskerî pejirand.
Li gorî rapora Reutersê, li gorî plana Rejîam Alê Xelîfe ji niha şûnde , dadgehên eskerî hemî sûçên ku li qanûnê hatine naskirin, hildikole. Ev biryara rastî nerazîbûna berfireh a çalakn hatiye.
Parlemana Behreynê nasyar bi Konseya şêwirînê ku 40 endamên wê hene û endam ji aliyê paşa ve tên bijartin, ev plana pesend kir.
Li vê planê hatiye îdia kirin ku dadgeha eskerî li hilkolandina dosyeyan pir neramtiyê nîşan dide û di dema herî kêm de meselan hildikole.
Gelheya Behreynê bi qasî milyonekê ye û zêde ji sê hezar kes li vî welatî zîndaniyên siyasî ne.
Rêxistina Efûya Navneteweyî vê dawiyê daxwaza betalkirina hukmên îdamkirina inqilabiyên behreynî kiriye.
Grûpên berevanê mafên mirovan jî bi caran Rejîam Alê Xelîfe ji ber serkutkirina neyaran şermezar kiriye û ji vê rejîmê xwestine jibo cihanîna reforman li sîstema siyasî ya Behreynê bikevin tevgerê.
Gelê Behreynê ji Sibata sala 2011`an va her roj bi xwenîşandan û nerazîbûnên li kolan û çarsiyan, daxwaza wêdebirina Rejîma Alê Xelîfe û azadiya zindaniyên siyasî kirine.
Nerazîbûnên şeşsalî yên gelê Behreynê tevî kiryarên serkutkirane yên Rejîma Alê Xelîfe didomin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)