ErebîstanNûçeRojhilatanavin

Meyla Erebistanê ji bo kirrîna çekan ji Inglîsê

Erebistan wek bikirra herî mezin a çekan ji Inglîsê hat naskirin.

Li gorî rapora roja duşemiyê ya malpera Ehdê, Erebistanê ji destpêka sala 2015`an va heta niha bi qasî sê û nîv miliyar pond biryarnameya kirrîna çekan digel Inglîsê wajo kiriye.

Li ser esasa vê raporê, armanca Erebistanê ya kirrîna çekên giran ji Inglîsê bikaranîna wan li şerê dijî gelê Yemenê ye.

Raporên Saziya Çavdêr a Mafên Mirovan nîşan didin ku Erebistan herî zêde bombêm ku ji Inglîsê kirrîne ji bo kuştina gelê Yemenê bi kar tîn e.

Enstîtûya navneteweyiya lêkolînên aştiyê ya Stokholmê nasyar bi SIPRI`yê li Swêdê li rapora xwe ya herî teze (meha Nîsana 2016`an) ragihand ku Erebistan duyemîn bikirra mezin a çekan li cîhanê ye.

Başa dön tuşu